Hanan Osman: Mifteya çareseriyê di destê Rêber Apo de ye

Endama Komîteya Amadekar a Newrozê ya Lubnanê Hanan Osman der barê Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan nerxandin kir û got: Ji bo Tirkiyeke nû û demokatîk ava bibe divê hevdîtin bi Birêz Abdullah Ocalan re bê kirin.

Di 9’ê Cotmeha 1998’an de li hember Rêber Abdullah Ocalan komploya navneteweyî hat destpêkirin.

Di vê komployê de gelek welat û hêzên emperyal cih girt da ku fikr û felsefeya wî tune bikin.

Endama Komîteya Amadekar a Newrozê ya Lubnanê Hanan Osman der barê komployê de û paradîgme Rêbertîya li cîhanê belav bûye de nirxandin kir.

Hanan Osman anî ziman ku dewleta Tirk salane polîtîka tecrîdê li dijî Rêber Apo pêk tîne û wiha berdewam kir:

Ev polîtîka li dijî Rêbertî tê meşandin, li dijî peymanên mafê mirovane.

Hanan Osman: Tecrîd binpêkirina qanûn û peymanên navnetewî ye

Tecrîda ku pêk tê binpêkirina qanûn û peymanên navneteweyî ye.

Ev tê wateya astengkirina fikr û ramanên Rêber Abdullah Ocalane.

Hanan diyar kir ku Rêber Apo ji bo çareseriya pirsgirêka kurd xwedî rolek girîng e û wiha got:

Rêber Apo mifteya aştiyê gelê bin deste e.

Ji bo Tirkiyek nû û demokratîk divê bi Rêber Abdulah Ocalan re diyalog bê destpêkirin.

Ji bo Gelê Tirk, Kurd û hemû gelan divê hevdîtin bê destpêkirin.

Hanan Osman: Divê ji bo azadiya Rêber Apo çalakî bên kirin

Rêber Apo ku wek lîderekî dîrokî tê qebûlkirin, mifteya aştiyê ye.

Hanan anî ziman ku di polîtîka dijminahî û înkarê ya Tirkiye de rola NATO’yê mezine û ev tişt got:

Hêzên navneteweyî ji bo bigihêjin berjewendiyen xwe, herêma Rojhilata Navîn her tim kirine navenda şer û pevçûnê.

Ji ber vê jî li dijî binpêkirinên Tirkiye bêdeng dimînin.

Hanan Osman bang li tevahî gelê azadî xwaz kir ku ji bo azadiya Rêber Abdulah Ocalan çalakiyan li darbixin û dawî li tecrîdê bînin.

Back to top button