Nalîn Raşo: Mala Êzîdiyan 165 jin rizgarkirin e

Nalîn Reşo da zanîn ku Mala Êzidiyan a Hesekê xebatên xwe yên ji bo rizgarkirina jin û zarokên ku ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hatine revandin didomîne û got: Heta hemû jinên revandî rizgar nebin, ew ê di nava çalakiyan de bin.

Rizgarkirina jin û zarokên Êzîdî ji destên Çeteyên DAIŞ’ê armanca sereke ya Mala Êzidiyan e.

Mala Êzîdiyan di sala 2012’an de li bajarê Hesekê hat avakirin.

Nalîn Raşo ku ev 7 salin di mala Êzîdiyan de xebatan dimeşîne bi berfirehê armanca Mala Êzîdiyan nirxand.

Nalîn Reşo diyar kir ku kesê ji destên DAIŞ’ê tê rizgarkirin di mala Mala Êzidiyan de tên hiştin û piştre derbasî şengalê tên kirin.

Nalîn da zanîn ku heta niha bi hezaran jin û zarokên Êzîdî di kampan de ne.

Nalîn destnîşan kir ku heta niha 165 jin di riya Mala Êzîdiyan re hatin e rizgarkirin.

Nalîn Reşo anî ziman ku heta hemû jinên revandî rizgar nebin, ew ê di nava çalakiyan de bin.

Back to top button