YJŞ ê û TAJÊ jina Êzidî ya ji destê DAIŞê hatî rizgarkirin teslîmê malbatê kirin

Jina Êzidî Feryal Xidir Îbrahîm ya ji aliyê hêzên YPJ’ê yên Rojavayê Kurdistanê ve, ji destê DAIŞ’ê hatibû rizgarkirin, gihîşt Şengalê û duh ji aliyê YJŞ û TAJÊ ve bi merasîmekî hate pêşwazîkirin û teslîmê malbata wê hate kirin.

3’yê Tebaxa 2014’an, bi hezaran Êzidî hatin kuştin û bi hezaran jin û zarok jî ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve li Şengalê hatin revandin.

Li gorî agahiyan hîn jî nêzî 2 hezar jin û zarok di destê çeteyên DAIŞ’ê de ne.

QSD’ê zêdeyî 430 jin û zarokên Êzidî ji destê çeteyên DAIŞ’ê rizgarkirin.

Feryal Xidir Îbrahîm Xidir di 12 saliya xwe tevî 150 jin ,dayik û zarok hatin revandin, ji til efer,badêş, reqa,baxoz,bab , idlib tê firotin.

Yekîneyên Parastina Jinan YPJ 19’ê Îlonê jina ciwan Feryal Îbrahîm ku 9 sal bûn di destê DAIŞ’ê de bû, rizgar kir.

YPJ’ê duh ew bi awayek fermî radestî YJŞ’ê û YBŞ’ê kirin.

Di heman rojê de Feryal Î Xidir derbasê warê ku jê dayîk bûye Şengalê hate kirin.

Tevgera Azadiya Jinên Êzidî û YJŞ’ê jina ciwan bi merasimekê radestî malbata wê kirin.

Feryal Xidir Îbrahîm, jî hestên vegera xwe ya li warê Şengalê bi van gotinan îfade kir:

“Ez gelekî kêfxweşim ku li cih û warê xwe vegeriyam û min malbata xwe dît.

Min bawer ne dikir ez rojekê wan bibînim û bi selametî li malbata xwe vegerim.

Ez gelek spasiya hêzên Êzîdxanê dikim bûn wesîle da ez malbata xwe carek din himbêz bikim.”

Hêvîdarim ku hemû keçên Êzidî yên hîn di destê DAIŞ’ê de werin rizgar kirin.

Li ser navê Tevgera Azadiya Jinên Êzîdî jî endama koordînasyona TAJÊ dayê Neam Bedel kêfxweşiya xwe anî ziman û got:

“Me hêvî û daxwaz heye ku hemû jin û keçên me ji destê çeteyên DAIŞ’ê werin rizgar kirin.”

Back to top button