Dewleta Tirk a dagirker hejmareke din a penaberên Suriyê desînor kir û li Girê Spî ya dagirkirî bi cih kirin. Hat diyar kirin di nava wan de Iraqî jî hene.
Li gorî nûçeya ANHA’ê dewleta Tirk a dagirker 80 penaberên din ên Sûriyê, di nav de 3 Iraqî, di deriyê sînorê re radestî çeteyên xwe kirin.
Tevî van hejmara penaberên ku di nava mehekê de bi darê zorê ji Tirkiyê hatine derxistin û li Girê Spî hatine bi cih kirin gihişt 3 hezar û 65 kes.
Her wiha hejmara Iraqiyên di 3 mehên dawîn de ku dewleta Tirk a dagirker li Girê Spî bicih kirine derket 44an.
Bi wê yekê hejmara penaberên li Girê Spî hatine bicihkirin, gihaşt 27 hezar û 865 penaber.