“Azadiya birêz Ocalan, azadiya me hemûyan e.”

Gelek partî û rêxistinên Bakurê Kurdistanê jî bi boneya salvegera Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmehê banga rakirina tecrîda li ser Rêberê Apo kirin û gotin:
“Azadiya birêz Ocalan, azadiya me hemûyan e. Em ê li dijî tecrîdê ber bi Gemlîkê ve bimeşin”

HDK, DBP, TJA, HDP, Partiya Çep a Kesk, Dayikên Aştiyê bi boneya 25’emîn salvegera komploya navneteweyî a 9’ê Cotmehê daxuyaniyeke hevpar dan.

Di daxuyaniyê de hate diyar kirin ku tecrîda girankirî ya Îmraliyê sûcên herî giran ên li dijî mirovahiyê û wiha hate gotin:

“Tecrîda ku li ser birêz Ocalan tê meşandin, li dijî destûra bingehîn û li dijî peymanên navneteweyî û rêgezên hiqûqê yên gerdûnî ye.

Ev tecrîd bûye sedem ku pirsgirêka herî mezin a Tirkiyê pirsgirêka kurd û pirsgirêkên Rojhilata Navîn, ên herî bingehîn bê çareserî bimînin.”

Hate diyar kirin ku faşîzma heyî dixwaze di şexsê Rêber Apo de gelên Rojhilata Navîn mehkûmî jiyaneke tecrîdkirî bikin.

“Li dijî tecrîdê em ê ji çar aliyan ber bi gemlikê ve bimeşin”

“Li dijî vê yekê ji bo gelê kurd azad bibe, kedxwariya ekonomîk, polîtîk, çandî û dînî li ser gelên Tirkiyê rabe divê tecrîda heyî were şikandin.”

Her wiha hate diyar kirin ku divê têkoşîna li dijî tecrîdê bibe têkoşîna bingehîn a her kesî.

Di vê çarçoveyê de bang li derdorên siyasî, partiyan û tevahî gel hate kirin ku dengê aştiyê bilind bikin.

Heta ku Tecrîda Îmraliyê bê şikandin, ew ê berê me li Gemlîkê be. Em ê ji her herêmê, ji çar hêlan ve ber bi Gemlîkê ve bimeşin.

Back to top button