Dagirkeran gundê Firîrê yê Cindirêsê dorpêç kir

Li Efrîna dagirkirî, çeteyên dewleta Tirk bi ser gundê Firîrê yê Cindirêsê de girtin û ji navçeya Cindirêsê jî 2 sivîl revandin. Dagirkeran li navçeya Raco jî 120 darên zeytûnê birîn.

Hovîtî û kiryarên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li Efrînê roj bi roj zêde dibin.

Rêxistina Mafên mirovan a Efrînê – Sûrî ragihand ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker gundê Firîrê yê navçeya Cindirsê dorpêç kir.

Çeteyan bendên Kontirolê li derdora gund danîn, û nahêlin kes ji gund têkevê û derkeve.

Rêxistinê diyar kir ku heya niha sedema dorpêçkirina gund nehatiye zanîn.

Dagirkeran du sivîl ji gundê Kefer Sefrê revandin

Duh jî çeteyan şêniyê bi navê Xelîl Ehemd Şêx Îsa (32) yê ji gundê Kefer Sefrê yê Cindirêsê revand.

Çeteyan Xelîl bi tewana teqîna ku duh li Cindirêsê rûdabû girt.

Li gorî rêxistinê, çeteyan ew bi giranî êşkence kir û destên wî jî şikandin.

Her weha çeteyan diya wî jî êşkence kir.

Li heman gundî jî çetayan ji bo standina pereyan şêniyê bi navê Cîger Resûl revand.

Çeteyan ji bo berdan wî daxwaza 4 hezar Lîreyên Tirk ji malbatê kirin.

Dagirkeran li Raco 120 darên zeytûnê birîn

Li navçeya Raco, ji bo bazirganiya êzingan, çeteyan 120 darên zeytûnê birîn.

Rêxistinê diyar kir ku çeteyan 50 darên zeytûnê yên şêniyê bi navê Cemîl Henîf yê ji gundê Hec Xelîl birîn.

Li gundê Kura jî 20 darên zeytûnê yê şêniyê bi navê Mihemed Osman Birîmo û 50 dar yên Henîf Birîmo birîn.

Ji bo guhartina demografiya Efrînê dagirker malbatan bi temamî direvînin

Li aliyê din, ji bo guhartina demografiya Efrînê, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê sûcên nû li dijî Efrîniyan pêk tînin.

Dagirkeran di vê demên dawî de bi armanca zextê li şêniyan bikin, malbat bi tevahiya endamên wê,di nav de zarok jî direvînin.

3’ê Çileyê, çeteyan li gundê Kefer Delê yê navçeya Cindirêsê, bi ser mala Ronî Xelîl Dado de girt.

Çeteyan, tevî Ronî, hevjîn û du zarokên wî jî revandin.

Hat diyar kirin ku ji bo standina fidyeyan ew malbat hat revandin.

3’ê Kanuna sala borî jî, li heman navçeyê çeteyan hemî endamên malbata Ednan Rehîm Cemo yê ji gundê Kefer Şîlê revandin.

Malbata Ednan ji 4 kesan di nav de keça temen biçûk a 13 salî pêk tên, hatin revandin.

Heya niha jî çarenûsa malbatan ne diyar e.

Li gorî rêxistin û komîteyên lêpirsînê yên navneteweyî, dewleta Tirk û çeteyên wî sûcên şer li Efrînê pêk tînin.

Civaka navnetewî jî li hember van sûc û binpêkirinên bê deng in.

Back to top button