Paşaxa: Bi piştevaniya Tirkiyê amadekariyê oparasyoneke mezin tê kirin

Li Lîbya herçiqasî niha bêdengiyek heye, lê metirsiya diher kêliyê de careke din şer derbikeve heye. Wezîrê Karên Hundirîn ê hikumeta Wîfaqê Fethî Paşaxa diyar kir ku wê derketina hêzên biyanî ji herêmê li gorî qonaxa pêk were.

Li aliyekî din, Serokwezîrê Îtalya Giuseppe Conte li Roma bi serokê hikumeta Wîfaq ya Ixwana Mislimîn re civiya. Aliyan teqezî li ser hilbijartina li herêmê pêk were û danustandinên bi serkêşiya NY kir.

Wezîrê Karên Hundirîn ê hikumeta Wîfaqê Fethî Paşaxa yê ji bo dema pêş weke namzetê herî berbiçav yê hikumeta Wîfaq a Ixwanî tê dîtin li ser rewşa li welat ji ajansa Associated Press re axivî.

Fethî Paşaxa ragihand ku wê bi dewleta Tirkiyê re, li rojavayê welat oparasyonke mezin lidar bixin.

Di roportaja ku ajansê parvekirî de careke din îşaret bi hebûna hêzên dewleta Tirk ya li welat hate kirin.

Paşaxa li ser derketina hêzên biyanî ji welat jî anî ziman ku ev yek wê li ser qonaxan pêk were.

Li gorî peyamana agirbestê ya 23 Cotmehê ku navbera aliyan de hatî ragihandin, di nava 3 mihan de divê hêzên biyanî ji welat derbikevin.

Lê ev biryar heta niha nehatiye pêkanîn.

Paşaxa jî bendewariya xwe ya ji bo rêveberiya DYA ya nû anî ziman û daxwaza piştevaniyê kir.

Di civîna 9’ê Mijdarê de bi “Forma Danûstandinên Siyasî yên Lîbya” nûnerên welat bi pêşnegiya NY li Tûnisê civiyan û li ser pêkanîna hilbijartina li welat ya 24’ê Kanûna 2021’an li hevkirinek pêk hatibû.

Conte bi serokê hikumeta Wifas a Ixwanî Serac re civiya

Li aliyekî din Serokwezîrtiya Îtalya bi daxuyaniyeke nivîskî naveroka hevdîtina di navbera aliyan de ragihand.

Wezaretê diyar kir ku Giuseppe Conte ji Serac re gotiye, rêya herî baş ya parastinê pêkanîna rêgeza danûstandinên di bin siya NY pêk tên de ye.

Conte piştevaniya xwe ya ji bo hilbijartina meha Kanûnê ku wê li Lîbya pêk were anî ziman.

Piştî hevdîtinê Conte li ser hesabê xwe yê Twitterê peyamek weşand û wiha got,

Bi serok Serac re hevdîtinek çêker.

Îşaret bi girîngiya pêvajoya di bin sîwana NY de hate kirin.

Îtalya piştevaniyeke xurt ji bo danûstandinên Lîbî-Lîbî dike.

Back to top button