Tahran: Ger ceza neyên rakirin wê çavdêrên Nukleerî yên NY ji welat derxînin

Taharanê gef li NY xwar û got, Ger cezayên li ser welat hatine ferzkirin heta 21’ê Sibatê neyên rakirin wê hemû çavdêrên Saziya Enerjiya Atomê ya Navnetewî derxîn derveyî sînor.

Endamê Avaker yê Rêveberiya Parlementoya Îranê Ehmed Emîrabadî Ferehanî li ser helwesta li dijî cezayên li ser welat hatî ferzkirin di televsionek ya Îranê de axivî.

Ferehanî got, ger ceza yên di aliyê aborî, banq û petrolê de heta 21’ê Sibatê neyên rakirin ewê çavdêrên nukleerî yên NY ku li welatin dersînor bikin.

Ferehanî dazanîn ku ev dem ji bo Joe Biden yê were li ser deshilatdariya DYA weke fersend hatiye diyarkirin.

2018’an Serokê DYA Donald Turmp ji peyama nukleerî ya bi Tahranê re vekişaiya bû û dest bi ferzkirina cezayan li ser welat kiribû.

Vê yekê di aliyê aborî û siyasî de bi xwere zextek mezin li we Îranê dabû avakirin.

Back to top button