Komîteya Şaredarî û Jîngehê ya Kantona Hesekê bi daxuyaniyekê ragihand ku projeya qîrkirina rêya Dirbêsiyê-Hesekê bi dawî bû.
Daxuyanî ji aliyê Hevserokê Desteya Rêveberiya Herêmî û Jîngehê ya Herêma Cizîrê Silêman Ereb ve, li deriyê başûrê ê ketina navçeya Dirbêsiyê, hat dayîn.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku piştî salek ji kar û xebatê, qîrkirina rê bi dawî bû û niha riya ku dirêjahiya wê 20 km û firehiya wê 8 metre ye, di xizmeta welatiyan de ye.