Koordînasyona Jinan a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, civîna xwe ya nîvê salê ji bo nîqaşkirina karên ku hatine kirin, li darxist. Civîn bi encamnameyekê bi dawî bû.
Duh Koordînasyona Jinan a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, li bajarê Reqayê civîna xwe yê nîvê salê li darxist.
Rêveberiya Koordînasyonê ya Rêveberiyên Xweser û Sivîl, seroka Desteya Rêveber a MSD’ê Îlham Ehmed û endama Desteya Hesvseroketiya PYD’ê Foze Yûsif, beşdarî civînê bûn.
Mijarên sereke yên civînê; nîqaşkirina rewşa siyasî ya herêmê, raporan û nirxandina kar û xebatan, danîna plansazî û pêşniyaran bûn.
Di civînê de raporên Koordînasyonên Jinan ên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê hate xwendin.
Hesvseroka Desteya Rêveber a MSD’ê Îlham Ehmed rapora nîvê salê ya Koordînasyona Jinan a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê rapora siyasî xwend.
Îlham Ehmed destnîşan kir ku siyaseta ku dewletên desthilatdar didin meşandin armanca wan a sereke jin e, ji ber ku dizanin ew xwedî hêzeke mezin e di hemû qonaxan de.
Civîn bi encamnameye û girtina biryarên giring bi dawî bû.
Ji wan biryaran:
- Dê Konferansa Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Jin bê lildarxistin.
- Gelek projeyên biçûk ên jinan di kampan de pêk werin.
- Berdewamkirina hemleyên bi tevgerên jinan û Meclisa Jinan a Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re.
- Her wiha belgekirina sûcên li dijî jinan tên kirin ji aliyê Desteya Çandê û Daîreya Ragihandinê ve.
- Vekirina navendên parastinê li Minbic û Reqayê.
- Zêdekirin perwerdeyên îdeolojî, rêveberî û pîşesazî.
- Yekkirina meclisên edaletê yên jinan di meclisên kantonan de.
- Bidawîkirina diyardeya parsiyê û xebitandina zarokan.
- Belgekirina sûcên li dijî jinan li deverên dagirkirî û şandina wan ji rêxistinên mirovî re
- Peydakirina derfetên kar ji malbatên şehîdan û ciwanan re.
- Avakirina navenda ji nû ve perwerdekirina zarokan li Reqayê ji ber ku li navenda devera di navbera herêmên Firat, Minbic, Dêrazor de ye.
- Diyarkirina projeyên taybet ên jinan di qadên çandinî û aborî de da ku desteka aboriya jinan bê kirin.
- Erkdarkirina hevserokeke ji bo navendên guhertin û perwerdekirinê yên taybet ên mêran di rêveberiya girtîgehan de.
- Perwerdekirina karmend û endamên rêveber ên saziyên Rêveberiya Xweser, têkoşîna li dijî gendeliyê, lîstina roleke pêşeng di projeya xweparastinê de, derxistina belavokan têkildarî têgeha hevserokatiyê.