Ermenistan..Muxalifan daxwaza betalkirina hilbijartina ku Paşînyan biser ketî kirin

Piştî têkçûna Ermenistanê ya li dijî hêzên Azerî yên li herêma Qerebaxa Çiyayî,
Li Ermenistanê ji bo çareserkirina qeyrana sîyasî berî 10 rojan hilbijartina pêşwext pêk hat.
Tevî ku Paşînyan careke din biserket, muxalîf daxwaza betalkirina hilbijartinê dikin.

Tifaqa dijber a bi serokatiya Serokê berê yê Ermenistanê Robert Kocharyan serî li dadgeha destûrî da ku encamên hilbijartina 20’ê Hezîranê betal bike.

Tevî rexneyên tund jî serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan di hilbijartinê de biser ket.

Li hemberî vê yekê mixalîf encama hilbijartinê napejirînin.

Partiya Peymana Sivîl a Paşînyan di hilbijartina parlamentoyê de ji sedî 53,91 deng stend.

Bloka tifaqa Ermenistanê ya Kocharyan ji sedî 21,9 deng stend.

Çavdêrên navneteweyî yên Rêxistina Hevkarî û Ewlekariyê ya Ewropa (AGIT) ragihand ku hilbijartin pêşbazî û baş birêve çûye.

Ji bo dawî anîna aloziya siyasî ya li Ermenîstanê ku piştî têkçûna Êrîvan ya li herêma Qerebaxa Çiyayî li pêşberî Bakuyê Paşînyan biryara hilbijartina pêşwext dabû.

Back to top button