Tevî agirbesta heyî Îsraîlê êrişî Xezzayê kir

Tevî agirbesta navbera Îsraîl û komên Filistînê de, balafirên şer yên Tel Avîvê êrişî çeperên Hemas yên li Xezzayê kir.

Balafirên şer yên Îsraîlê bi 4 moşekan êrişî çeperên Tugaya El Qassam ya baskê leşkerî yê Hamasê ku li şerîda Xezzeyê kir.

Di êrîşa ku duman ji ser çeperên Tugayê rabûn de, hate hînbûn ti ziyanên canî pêk nehatine.

Artêşa Îsraîlê di daxuyaniya ku li ser tora civakî weşand de, îdia kir ku wan li navenda hilberîna çekan ya Hemasê xistiye.

Hat destnîşankirin ku êriş wekî bersiva şandina balonên şewitandî yên ji Xezza ber bi Îsraîlê ve hatiye dayîn.

Piştî pevçûna 11 rojan di navbera Îsraîl û Hemasê de, 21’ê Gulanê agirbesta bi navbeynkariya Misirê hatibû ragiahndin.

Back to top button