Aram Henna: Me bi şandeya zanîngeha Cinêvê re sûcên dewleta Tirk nîqaş kir

Şandeya Zanîngeha Cinêvê ya têkildarî qanûnên navneteweyî duh serdana Meclisa Leşkerî ya Suryan kir.

Berdevkê fermî yê Meclisa Leşkerî ya Suryan Aram Henna diyar kir ku wan di civînê de sûcên ku berê Daiş’ê û niha jî dagirkeriya Tirk li herêmê pêk tîne gotubêj kir.

Hena da zanîn mijara cezayê muebbetê ya ku Dewleta Tirk li sê dîlgirtiyên Meclisa Sûriyan ku qanûnên navneteweyî û peymana Cinêvê binpê dike hate nîqaşkirin .

Aram Henna diyar kir ku wan ji şandeyê re piştrast kir ku ew girêdayî peymanên di navbera Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û Neteweyên Yekbûyî (NY) de ne.

Back to top button