PYD: Daxuyaniya hêzên têkoşîna li dijî terorê a Başûr rastiya wan nîşan dide

PYD’ ê derbarê sûcdarkirina partiya wan bi kuştina kesê bi navê Emîn Îsa diyar kir ku daxuyaniya hêzên têkoşîna li dijî terorê ya başûrê Kurdistanê rastiya wan nîşan dide.

PYD’ê têkildarî mijarê daxuyanîyek da û diyar kir ku daxuyaniya Hêzên Têkoşîna li Dijî Terorê yên Başûrê Kurdistanê rastiya wê saziyê rave dike û xizmetê ji dijminê gelê Kurd re dike.

PYD’ê diyar kir ev daxuyaniya dijminane a li dijî wan ne rast e û rastiyê berovajî dike.

Hat diyar kirin demeke ku PDK’ê nûnerên PYD’ê û yê Rêveberiya Xweser revandine de, daxuyaniyên bi vî rengî tên dayîn.

Hat gotin,

“Partiya me ya herî zêde rastî tundiyê, îşkenceyê û girtinê hatiye, delîla herî mezin a dawî jî girtina nûnerên me yên Hewlêrê ye.

Têgehên derexlaqî û yên ji nirx dûr ên li dijî me hatine gotin, rastiya vê saziyê rave dikin.

Ev zimanê tijî kîn tenê berjewendiyên dijminên gelê me pêk tîne û em şermezar dikin.”

PYD’ê bang li hemû gelê kurd kir ku li hemberî hemû hewldanên derxistina fitneyê û dijminahiya di nava gelê Kurd de bisekinin.

Back to top button