Îsraîlê li Başûrê Sûriyê êriş bi moşekan pêk anî

Artêşa Îsraîlê îro derdora bajarokekî parêzgeha Quneytîra ya başûrê Sûriyê bombebaran kir.

Ajansa fermî ya girêdayî hikumeta Şamê ragihand ku Îsraîl bi moşekan êrişî gundewarê parêzgeha Quneytîra kir.

Ajansê diyar kir ku di encama êrişê de li derdora bajarokê Heder ziyanên madî çêbûne.

Di salên derbasbûyî de Îsraîlê li dijî baregehên hêzên hikumeta Şamê, baregehên Îranê û yên Hizbullah ya Lubnanê bi sedan êrişên hewayî li Sûriyê pêk anîn.

Back to top button