Vîrûsa Corona ku li cîhanê belav dibe, gelek rewşên balkêş jî bi xwe re tîne

Cîhan gelek dixwaze ku rojekê çavên xwe veke û her tişt weke berê be. Lê halê hazir ev xwen e. Trump careke din hewl da moral bide û got, “Em ber bi şewqa di dawiya qenalê (Tunelê) ve diçin.” Li Afganistanê jî komek jin alava bihinkêşanê, ji perçeyên erebeyan çêdikin.

Trump: Em ber bi şewqa di dawiya tunelê ve diçin!

Yek ji welatên ku herî zêde ji vîrûsê bandor bûye û zêdetirî 14 hezar kesan jiyana xwe ji dest daye, Amerîka ye.

Serokê Amerîka Dunald Trump ku rojane derbarê rewşa dawî ya corona li welatê wî daxuyanî dide, careke din hewl da ku moralê gel bilind bike û pesnê Stratejiya Amerîka ya têkoşîna li dijî vîrûsê da.

Trump got:

“Em ber bi dawiya qenalê ve diçin.”

Navenda Kongreyan veguherî ya nexweşxaneyê

Em hîna jî li Amerîka ne.

Ji ber jimara zêde ya kesên ku bi vîrûsê dikevin, di nexweşxaneyan de cih nemaye.

Li Wîlayeta New Jersey navenda Kongre û pêşengehan veguheriye, nexweşxane.

Hunermendên meksîka ji bo nexweşan mûzîkê lê didin

Li Meksîkayê jî ji bo bilindkirina moralê nexweşan, komek hunermend, li pêşiya nexweşxaneyek bajarê Mexico, li mûzîkê dan.

Li Budapest bi mûzîkê moralê gel radikin

Heman dîmen li Macerîstanê jî derket.

Li paytext Budapest komeke Orkestra mûzîka xwe di erebeyê de pêxist û bi dengê bilind li nava taxan geriya.

Fransa saetên sporê diyar kirin

Her wiha bi hezaran kes jî ji bo parastina xwe û pêşîlêgiritina belavbûna vîrûsê di malên xwe de ne û ji ber qedexeyê, nikarin derkevin .

Ji bo wê jî li Parîsê hikûmet Fransa ji gel re saeta derketina sporê diyar kir.

Fransa ji saet 10’ê Sibehê heta 18:00 êvarî weke dema sporê destnîşan kir.

Qeterê alîkariya derman şand îtalyayê

Îtalya yek ji welatên herî zêde ziyan ji vîrûsa corona dîtiye û bi hezaran qurbanî daye.

Weke alîkarî Qeter Balafirek bi dermanan dagirtî, şand Îtalya.

Oxfam: Dibe ku 500 milyon kes hejar bimîne

Li aliye din Konfederasyona li dijî bêedaletî û hejariyê Oxfam diyar kir ku ji ber krîza corona ku li cîhanê belav bûye, dibe 500 milyon kes hejar bibe.

Oxfamê raporek weşand û diyar kir ku heke alîkarî li welatan neyê kirin wê nîv milyar mirov hejar bimînin û got:

Ev jî tê wateya ku dinya 10 salan bi paş ve biçe.

Li Efrîkayê jî tê wateya paşveçûneke 30 salan.”

Oxfamê diyar kir ku divê alîkariya maddî were kirin, piştgiriya sazî û dezgehên biçûk were kirin û her wiha deynê welatên hejar jî îsal were betalkirin.

Back to top button