Şêniyên herêmê bi çalakiyan piştgiriya berxwedana Mexmûrê kirin

Bertekên li dijî hewldanên artêşa Iraqê yên dorpêçkirina Mexmûrê zêde dibin. Li Qamişlo, Hesekê, Reqa, Kobanê û Helebê bi çalakiyan dorpêçkirina wargeha Mexmûrê hate şermezarkirin. Şêniyan herêmê piştgirî dan penaberên wargehê û bang li hikûmeta Iraqê kirin ku bi riya diyalogê pirsgirêkan çareser bikin.

Gelên herêmê ji bo şemzarkirina hewldanên arêtşa Iraqê yên dorpêçkirina mexmûrê, di nava çalakiyan de ne.

Îro Şêniyên Qamişlo li hember hewldanên artêşa Iraqê yên dorpêçkirina Mexmûrê û têlkirina wê meşek li dar xist.

Di çalakiyê de gelek kes axivîn û gotin: Sekna me ya li vir, ji hikumeta Iraqê, PDK′ê û dewleta Tirk a dagirker re peyam e ku em xwedî li berxwedana gelê Mexmûrê derdikevin.

Şêniyên navçeya Til Berakê jî bi daxuyaniyekê hewldanên dorpêçkirina Mexmûrê şermezar kirin.

Şêniyan bang li Hikûmeta Iraqê kirin ku pirsgirêkan bi riya diyalogan çareser bikin.

Şêniyên Hesekê bi meşekê piştgiriya xwe bi berxwedana penaberên Mexmûrê re nîşan dan.

Di çalakiyê de, hevserokê PYD, a Hesekê Remedan Fetah axivî û got: Armanca hikumeta Iraqê ew e ku vîna gelê mexmûrê têk bibe, lê berovajî wê, Mexmûrî serî ji siyasetên hikumetê û PDK’ê re natewînin.

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Til Temirê jî piştigirî da berxwedana mexmûriyan û bang li hikumeta Iraqê kirin ku nekeve xefika siyasetên dewleta Tirk.

Şêx û rûspiyên Reqayê jî bang li NY’ê û rêxistinên mirovî yên navneteweyî kir ku li dijî hewldanên artêşa Iraqê yên dorpêçkirina Mexmûrê tev bigerin.

Meclisa Malbatên Şehîdan a Kobanê jî bi daxuyaniyekê piştgirî da Mexmûriyan..

Şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê jî li dijî dorpêçkirina Wargeha Mexmûrê daketin qadan.

Şêniyan berxwedana mexmûriyan silav kirin û teqez kirin ku welatiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê destekê didin berxwedana wan.

Back to top button