Alimên Olî yên Azad ji bo hilbijartina Serokkomariyê banga çûna ser sindoqê kirin. Aliman diyar kirin ew dikarin vê feraseta zordar bi hev re ji holê rakin û gotin: “Ev ji bo misilmanan peywîreke pîroz e.”
Alimên Olî yên Azad têkildarî hilbijartina tûra duyemîn a Serokkomariyê li Kongreya Demokratîk a Gelan civîna çapemeniyê li dar xist.
Alimê Olî Yûsûf Înal ê di civînê de axivî, qala helwesta AKP’ê û namzetê Serokkomariyê yê Tifaqa Cûmhûr a li dijî gelan kir.
Yûsûf Înal, anî ziman ku divê misilman êdî dawiyê li vê siyasetê bînin û ev bang kir:
“Em desthilatdarê li qesrê bi sindoqê bişînin.”
Alimên Olî: Em dikarin vê feraseta zordar bi hev re ji holê rakin
Mele Bedrettîn Gunay ê pişt re li ser navê Alimên Olî yên Azad axivî ev tişt anî ziman:
“Feraseta herî bingehîn a ku Rojhilata Navîn û Misilman ji bo ewlekirina dewlet û neteweyan li erdnîgariya xwe bi kar tînin, Îslama siyasî ye
Îslam siyasî jî ji her alî ve hatiye revîzekirin û ji cewherê xwe hatiye veqetandin.
Gunay, diyar kir ku exlaqa takekesî û civakî hatiye binpêkirin û bal kişand ser hilbijartinên 28’ê Gulanê.
Alimê olî Gunay, diyar kir ku avakirina jiyaneke nû pêkan e û ev tişt got:
“Em dikarin vê hişmendiyar zordar bi hev re ji holê rakin.
Ji bo jiyaneke adil, ev firsend di heman demê de ji bo her mirovên bi rûmet, berpirsyartiya însanî û wijdanî ye.
Ji bo misilmanan jî peywîreke pîroz e.”
Alimên Olî: Em dawî li vê pergal yek zilamî bînin
Mele Bedrettîn Gunay, destnîşan kir ku 28’ê Gulanê firsenda dawî ye û axaftina xwe wiha bi dawî kir:
“Em dawî li vê pergala yek zilamî bînin û her cure karên qirêj dikin di sindoqê de têk bibin.
Em weke alimên olî yên maf, edalet û azadiyan diparêzin, em weke wezîfeyeke dibînin ku biçin ser sindoqan.”