Partiya Çepên Kesk ji bo dengdanê bang kir

Koordînasyona Agahdarkirinê ya Amedê ya Partiya Çepên Kesk ji bo tûra duyemîn a hilbijartinên Serokkomariyê banga dengdanê û parastina sindoqan kir.

Ji bo tûra duyemîn a hilbijartinên Serokkomariyê yê li Tirkiyê re 6 roj man.

Koordînasyona Agahdarkirinê ya Partiya Çepên Kesk a Amedê têkildarî hilbijartinê daxuyaniyek da.

Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan yê Amedê Zeyad Ceylan ewilî axivî.

Zeyad Ceylan bal kişande ser hileyên desthilatê yên di hilbijartinên 14’ê Gulanê de û wiha got:

“Aşkeraye ku çawa bi sindoq û dengan lîstine û dengên Partiya Çepên Kesk ji bo MHP’ê nivîsandine.

Li hêlekî jî diyare ku pêşiya hilbijartinê çawa operasyonên qirkirinê yên siyasî kirin.

Ji bo ku bêûsuliyên dikin dernekevin holê gelek kedkarên çapemeniyê hatin binçavkirin.

Her wiha dîsa gelek parêzerên ku wê li ser sindoqan bixebitin hatin binçavkirin û girtin.

Desthilata faşîst a AKP’ê di zextên xwe yên beriya hilbijartinê de tu sînor nas nekir.”

Ceylan, da zanîn gelê kurd bi Erdogan da windakirin û spasiya xwe pêşkeşî welatiyên ku xwedî li sindoqan derket kir .

Ceylan, anî ziman ew ê destûrê nadin polîtîkayên zext û bêûsuliyên AKP’ê yên tûra yekemîn û got:

Em ê di van 6 rojên dawî de bi milyonan mirovan qaneh bikin ku biçin ser sindoqan.

Banga me ji gelê me re ew e ku bila biçin ser sindoqan, AKP-MHP’ê bişînin û xwedî li vîna xwe derbikevin”

Piştre Parlamentera Partiya Çepên Kesk a Amedê Ceylan Akça axivî û ev tiş anî ziman:

“Çi tiştê ku AKP û MHP bide gelê me nemaye.

Heta doh li Stenbolê êriş li ciwanên Kurd kirin ên govend gerandin.

Bi lêdanê destgîr kirin. Ji bo bibin bersiva Soylû û yawerên wî bila her kes biçe ser sindoqan.”

“Pewîst e her kes biçe ser sindoqê û vîna xwe nîşan bide”

Back to top button