TJK-E: Divê dorpêça li ser Mexmûrê bi dawî bibe

Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê banga bidawîkirina li polîtîkayên dorpêç û tecrîdê yê li ser Wargeha Mexmûrê kir.

TJK-E li dijî dorpêçkirina kampa Mexmûrê daxuyaniyeke nivîskî da.

TJK-E di daxuyaniya xwe de ev tişt anî ziman:

Ev êrîşên li ser gelê Mexmûrê yê di bin parastina Neteweyên Yekbûyî de ku di encama polîtîkayên dewleta neçarî koçberiyê kirin, nayên qebûlkirin.

Em bang li hikûmeta Iraqê dikin ku demildest dawî li polîtîkayên dorpêçkirin û tecrîda li ser Wargeha Mexmûrê bîne.

Em dizanin ku ev polîtîkayên êrîş û îmhayê parçeyek ji sûcên şer ên li ser Kurdan ne.

Dayikên me îro dîroka ku serdestan dixwest binivîsînin guherandin û careke din qîriyan ku ew ê destûrê nedin şerê li Kurdistanê û dest ji axa xwe bernadin.

TJK-E di dawiyê de anî ziman ku divê dawî li vê polîtîka û dorpêçê bê anîn.

Artêşa Iraqê rêya hatin û çûyînê ya wargehê girt

Back to top button