Li Îngilistanê greva dîrokî ya hemşîreyan

Piştî 106 salan yekem çalakiya greva girseyî pêk hat.
Li Îngilîstan, Wales û Îrlandaya Bakur bi deh hezaran hemşîreyan dest bi greva giştî kirin.
Li nexweşxaneyan bi hezaran randevû û emeliyat hatin betalkirin.

Pêla grevên li Îngilîstanê her ku diçe mezin dibe.

Hemşîre jî beşdarî grevên ku ji aliyê gelek komên pîşeyî yên li welêt ve ji bo li dijî enflasyonê zêdekirina mûçe hatibûn destpêkirin, bûn.

Li Îngilîstan, Wales û Îrlandaya Bakur bi deh hezaran hemşîreyên ku di Sîstema Tenduristiya Neteweyî (NHS)ê de, roleke sereke dilîzin îro ketin grevê.

Ji ber greva dîrokî bi hezaran randevû û emeliyatên li nexweşxaneyan hatin betalkirin.

Koleja Qraliyeta Hemşîreyan (RCN) ku sendîkaya herî mezin a hemşîreyan temsîl dike, beşeke sereke ya hemşîreyan di vê çalakiyê de cihê xwe girtine.

Ev xwepêşandana herî mezin ya piştî 106 salan li herêmê pêk têye.

Back to top button