Lûtkeya Lîderên YE ya bû 2 rojan despê kir

Îtalya li bendê ye ku lîderên YE li ser enerjiyê gavan bi avêjin.
Serokwezîra Îtalyayê Meloni got,
Ew li bendê ne ku di Lûtkeya Lîderên YE’ê de di mijara lêçûnên zêde yên enerjiyê de pêşketin çêbibin.

Lîderên Yekîtiya Ewropa (YE) li ser mijara enerjiyê dicivin.

Beriya Lûtkeya Serokên YE ya dawî ya îsal ku wê îro û sibe li Brukselê bê lidarxistin, Serokwezîra Îtalyayê Giorgia Meloni li ser mijarên di rojevê de ji endamên çapemeniyê re nirxandinan kir.

Îtalya ji YE benda avêtina gavan e

Giorgia Meloni li ser pirsa bendewariyên wê yên ji lûtkeyê got,

“Ez hêvî dikim ku di dosyaya enerjiyê de gavên pêşde bên avêtin.

Ji bo ku di vê mijarê de piştgiriya xwe ya ji bo Ukraynayê piştrast bikin bang li me hat kirin.”

Meloni, diyar kir ku pirsgirêka enerjiyê ji teknîkî zêdetir siyasî ye û divê bersivên bi bandor bên dayîn û ev tişt anî ziman:

“Ji bo pêngavê biavêje çi ji destê me tê û em ê li çareseriyên hevpar ên bi bandor bigerin.”

Serokwezîra Îtalyayê bal kişand ku Îtalya di warê têkiliyên bi welatên Afrîkaya Bakur û Derya Spî, hevkariya di warê enerjiyê û koçberiya neqanûnî de, di cihekî girîng da ye û wiha domand:

“Em dixwazin mijara koçberiyê di asteke çêker de binirxînin.

Ya dikeve ser me, em ê bikin.”

Giorgia Meloni îşaret bi wê yekê jî kir ku hikûmeta wî piştî damezrandina wê bûdce di demeke kurt de amade kir.

Meloni da zanîn ku nêrîna dawî ya Komîsyona YE piştrastkirina wê yekê ye ku wan bûdceyek cidî amade kiriye.

Meloni: Senaryoya li Parlamentoya Ewropa metirsîdar e

Serokwezîra Îtalyayê dema derbarê lêpirsîna bêrêtiya li Parlamenta Ewropayê (PE) hat pirsîn de ev bersiv da:

“Senaryo metirsîdar e.

Di nûçeyê de îşaret bi tiştekî ku em qet xeyal nakin e.

Divê li hemberî bûyerên bi vî rengî bertek bê nîşandan.

Divê em heta dawî bê ku normalbûnek were nîşandan heta dawiyê biserde biçin.

Em ê daxwaza ronîkirina tam li ser tiştên ku qewimîne bikin.”

Back to top button