Artêşa Iraqê rêya hatin û çûyînê ya wargehê girt

Berxwedaniya şêniyên wargeha Mexmûrê di roja 3’an de didome.
Artêşa Iraqê jî rêya hatin û çûyîna wargehê girt û ev yek taybet ji bo nexweşên di wargehê de xeteriyeke pir mezin e.
Cîgirê Sekreterê Giştî yê Eniya Feyl Hemîd Reşîd Abdi jî diyar kir ku Tirkiyê bi destê hikûmeta Iraq û PDK’ê dixwaze Mexmûrê kontrol bike. 

PDK’ê di 17’ê Tîrmeha 2019’an de ambargo danîbû ser wargehê û rê neda ku tu kes ji wargehê biçe bajarên din ên Başûrê Kurdistanê.

Ji 20’ê mehê ve jî artêşa Iraqê hewl dide derdora Wargeha Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) têl bike.

Bi wê re rê jî li ser xelkê wargehê girt.

Iraqê ji 20’ê mehê ve nexweşên giran jî di nav de, nahêle tu kes bikeve nava wargehê an jî jê derkeve.

Zêdetirî 12 hezar welatiyên ji Bakurê Kurdistanê li wargehê dijîn.

Piraniya wan zarok in û gelek nexweşên giran e.

Xelkê Mexmûrê, li dijî hewldana artêşa Iraqê ku dixwaze wargehê dorpêç bêke ji 7 salî heta 70’ê salî di nobetê de ne.

Şêniyên wargeha Mexmûrê şev û roj di nobetê de ne

Li hember vê yekê berxwedana xelkê wargehê ya li dijî vê hewldanê jî dewam dike.

Jin, ciwan, zarok, extiyar xelkê wargehê bi temamî li ber vê zextê radibe û bi şev û roj nobedê digire.

Daxwaza şêniyên wargehê vekişîna artêşa dewleta Iraqê ye.

Dayîkên Mexmûrê: Em ê hata dawî li ber xwe bidin

Dayîkên Mexmûrê yên ku li hemberî hewildana dorpêçkirina wargehê bi rojane di nava berxwedaniyê de ne gotin:

“Ev 30 salin em penaberin, ziyana me negihaye ti aliyek, me zilm li kesê nekiriye. Em ê heta dawiyê li berxwe bidin.

Partiyên siyasî ya Mexmûrê: Divê dawî li hewldanên dorpêçkirina Mexmûrê were anîn

Back to top button