Parlamenterê Partiya Çepên Kesk ê Agiriyê Sirri Sakik diyar kir ku gel êdî guherînê dixwaze, ji bo guherîn çêbibe pewiste her kes biçe ser sindoqe û vîna xwe nişan bide.
Sirri Sakik dazanîn ku di 14’ê Gulanê de bi milyonan kes ji bo hilbijartinên serokkomarî û parlamenteriyê çûn ser sindoqê.
Di hilbijartina serokkomariyê de ji namzetan tu kesî ji sedî 50+1 wernegirt lewma hilbijartin ma bo tûra duyemîn.
Di 28’ê Gulanê de namzetê serokkomariyê yê Tifaqa Milet Kemal Kiliçdaroglû û yê Tifaqa Cumhur Tayyîp Erdogan dê bên hemberî hev.
Di hilbijartina serokkomariyê de Partiya Çepên Kesk ragihandibû ku bi mebesta “paşxistina faşîzmê” dê piştgiriyê bidin Kiliçdaroglû.
Parlamenterê Partiya Çepên Kesk ê Agiriyê Sirri Sakik ev bang kir: ”
“Gel êdî guherînê dixwaze, i seranserî Tirkiyeyê 8 milyon kes neçûne ser sindoqan ji bo guherîn çêbibe pewiste her kes biçe ser sindoqe û vîna xwe nişan bide.