Hêzên Iraqê dixwazin bikevin wargeha Mexmûrê

Iraq hewl dide derdora Wargeha Mexmûrê bi têlan dorpêç bike
Pilana qirêj a PDK’ê dewleta Tirk û Hikûmeta Iraqê dîsa di meryetê de ye
Hêzên Iraqê hewildidin bikevin Wargeha Mexmûrê.

Saetên serê sibê ve leşker û polîsên artêşa Iraqê bi hêzeke mezin dixwazin bikevin wargeha penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî ya Memxûrê.

Nûçegihanê me yê wargehê ragihand ku Hikumeta Iraqê hewl dide derdora wargeha penaberan ya Mexmûrê bi têlan dorpêç bike.

Bi dehan wesayîtên zirxî li seytereyê rawestiyane û dixwazin têkevin nava wargehê û derdora wê bi têlan dorpêç bikin.

Xelkê wargehê pêl bi pêl di herike seytereyê.

Û ji bo hêzên Iraqê nekevin wargehê li ber xwe didin.

Back to top button