Çalakiya “Nobeda Azadiyê” ya ku di 25’ê Hezîrana 2012’an de li bajarê Strasboûrg ê Fransayê bi armanca azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hatiyê destpêkirin didome.
Vê hefteyê jî sê welatparêzên ji bajarê Marsîlya ê Fransayê, çalakiya nobetê dewir girtin.
Li ser navê komê Nîhat Îldan axivî û diyar kir ku divê Konseya Ewropa û Parlamentoya Ewropayê li hember Rêber Abdullah Ocalan berpirsyariya xwe bi cih bînin û divê CPT encamên hevdîtinên xwe bi raya giştî û bi taybet gelê Kurd re parve bike.
Di dawiyê de îldan bang li hemû kurdistaniyên li ewropayê kir ku li dijî tecrîdê bikevin nav liv û tevgerê.