Dikandarên Zaxo yên ku cil û bergan difiroşin, li ber qaymeqamtiya navçeya Zaxo ya Dihokê çalakiyek lidarxistin.
Ji ber metirsiya belavbûna vîrûsê destûr nayê dayîn hemû dikanên bazirganiyê werin vekirin.
Dikandarên Zaxo yên ku cil û bergan difiroşin, li ber qaymeqamtiya navçeya Zaxo ya Dihokê çalakiyek lidarxistin.
Yek ji dikandaran Ehmed Gullî anî ziman ku ji ber vîrûsê zêdetirî mehekê ye, dikanên xwe girtine û ji ber girtinê gelek ziyan li wan bûye.
WAliyê hewlêrê: piştî qedexeya nederketina derve bi dawî bibe, wê biryarên nû bên girtin
Her wiha waliyê Hewlêrê ragihand ku piştî dema qedexeya derve bi dawî bibe, ewê biryarên nû bidin û hinek cihên din jî vekin.
Waliyê Hewlêrê Firset Sofî diyar kir ku heta 23’ê Nîsanê wê qedexeya derketina derve dewam bike, piştre jî wê biryara vekirina kilînîkên bizîşkan û cihên wan bê dayîn.