Şêniyên Kantona Firat û Minbicê: Çawa ku me DAIŞ tune kir em ê dagirkeriyê jî tune bikin

Şêniyên kantona Firatê û Minbicê destnîşan kirin ku Tirkiye bi êrîşên xwe yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê dixwaze DAIŞ’ê li herêmê vejîne û gotin:
“Hêzên QSD’ê çawa ku çeteyên DAIŞ’ê tune kirin, wê dagirkeriyê jî tune bikin.”

Mihemed Heyder ê ji Kobanê diyar kir ku êrîşên tirkiyê delîlê binketina wê ye û êdî ji aloziya xwe re li çareseriyan digere.

Sofî Kaban jî anî ziman ku tirkiyê binesaziya herêmê dike arman da ku şoreşa wan têk biçe û got:

“Lê şoreşa me li dar e û eger em bê av û kehrebe jî bimînin, em ê bi ser bikevin.”

Osman Ebdo jî diyar kir ku dewleta Tirk li herêmê tevliheviyê derdixe, ji ber ku baş dizane gelê herêmê xwe li gorî fikr û felsefeya Rêber Apo bi rêxistin kiriye.

Ruweyde Hinêzel a ji Minbicê jî anî ziman ku hêzên QSD’ê çawa ku çeteyên DAIŞ’ê tune kirin, wê dagirkeriyê jî tune bikin.

Emîre Arif jî diyar kir ku dewleta Tirk ji êrişa li ser girtîgeha Sînayê dixwaze DAIŞ’ê li herêmê vejîne û destkeftiyên gelê herêmê têk bibe.

Pêkhateyên herêmê: Em ê li dijî êrişan li ber xwe bidin

Back to top button