Mihemed Pêncwênî: Dewleta Tirk ji PDK’ê xwest ku di şerê li dijî PKK’ê de pê re alîkar be

Siyasetmedarê Kurd Mihemed Emîn Pêncwênî da xuyakirin ku dewleta Tirk bi her awayî hewl dide ku aliyên Kurdî nêzî xwe bike, da ku ti yekîtiyeke Kurdan pêk neyê.

Mihemed Emîn Pêncwênî diyar kir ku di civîna Nêçîrvan Barzanî ya digel serokkomarê Tirkiyê Erdogan de, jê xwest ku di şerê li dijî PKK’ê de pê re alîkar be.

Pêncwênî da zanîn ku Fransa hewl dide ku eniyeke sînordarkirina dagirkeriya Tirkiyê ya li Iraqê ava bike, lê ji ber fişaran Tirkiyê, hin aliyên Kurd û bi taybet PDK’ê xwe naspêrin Fransayê.

Mihemed Emîn Pêncwênî anî ziman ku heke şerekî navxweyî yê Kurdan çêbe, wê bibe sedema têkçûna statuya Başûrê Kurdistanê.

Back to top button