Mike Pompeo: Em ferzkirina cezayan li ser hikûmeta Belarûs nîqaş dikin

Wezîrê Karên Derve ya Amerîkayê Mike Pompeo girtina xwepêşander û sirgûnkirina rêveberên muxalif yên Belarûs şermezar kir û hişyariya ferzkirina cezayan da.

Mike Pompeo da xuyakirin ku gelê Belarûsî rastî zordarî û çewisandinê hikûmeta Lûkaşenko tê.

Pompeo diyar kir ku bi sedan xwepêşander hatine binçavkirin û revandin û got:

“Em û hevalbendên xwe, ferzkirina cezayan li ser hikûmeta Belarûs nîqaş dikin.

Divê desthilata Belarûs zordariyê bi dawî bike û hemû girtiyan, di nav de welatiyê Amerîkî Vîtalî Şikliyarov berde.”

Asayîşa Belarûs bi sedan welatî û dijberên Lûkaşenko daketibûn kolanan, girtibûn û heta niha nehatine berdan.

Her dawî jî muxalif Mariya Kolîsnîkova hat girtin.

Back to top button