Hikumeta Şamê Cebel El-Zawiyê û Cebel El-Ekrad topbaran kir

Li gel firîna balafirên Rûsî li Idlibê, hêzên hikumeta Şamê êrîşên xwe li ser gundên Cebel El-Zawiyê berdewam dike.

Çavdiriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku duh derengiya şevê hêzên hikumetê bi mûşekan êrîşî El-Fitêra, Sifûhin, Kensefera û El-Bara yên Cebel El-Zawiyê kir.

Çavdiriyê diyar kiribû ku duh jî hêzên hikumeta Şamê girên Kebana yên Cebel El-Ekrad li gundewarên bajarê Laziqiyê topbaran kirin.

Balafirên Rûsî derdora bajarê Idlibê û girên Kebane yê Laziqiyê bombebaran kirin

Li aliyê din jî balafirên Rûsî bi rengekî dorveger li ser herêma qaşo kêmşer digerin û çeteyên dagirkeriya Tirk bombebaran dikin.

Di vê derbarê de çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku 5 balafirên Rûsî aliyên rojavayê Idlibê topbaran kirin.

Her wiha girên Kebane yê Cebel Ekrad li bakurê Laziqiyê jî topbaran kirin.

Ev çend roj in şewat bi daristanên Hemayê ketiye

Li aliyê din, ev çend roj in li gund û navçeyên bajarê Misyaf ê Hemayê şewat bi daristanan ketiye.

Şewat bi taybetî li rûberên berfereh ên Eyn Helaqîm, Şettha, EL Heylûna û Hezûr ên gundewarê Misyaf û li herêma Xabê rû daye.

Çavdêriya Sûrî ya Mafê Mirovan jî ragihandibû ku bi dehan malbatên wan deveran ji ber şewatê ji malên xwe derketine.

Back to top button