HPG’ê ragihand ku dewleta Tirk a dagirker ji hewayî û bejahî ve bi taybet bi çekên qedexe, Herêmên Parastinê yên Medyayê bombe dike. Her wiha HPG’ê bi daxuyaniyekê cuda şehadeta Fermandar Dilxwaz Gabar ku di 21’ê Gulana sala 2022’an de şehîdbûye ragihand.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî êrîşên artêşa Tirk a dagirker daxuyaniyek nivîskî parvekir.
HPG’ê diyar kir ku tevî rawstandina çalakiyên gêrîlayan jî artêşa Tirk a dagirker êrişên xwe didomînin û wiha got:
“26’ê Nîsanê li herêma Zapê artêşa Tirk a dagirker bi çekên giran êrişî çeperên me yên berxwedanê yên Sîdayê kirin.
Hêzên me jî di çarçoveya parastina cewherî de bersiv dan û şer çêbû.
Heman Rojê artêşa Tirk a dagirker bi çekên giran êriş birin li ser Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî.
Li wir jî hêzên gêrîla bersiva dagirkeran dan.
Di 25 û 26’ê Nîsanê de qada Dola Mîranê ya Garê 3 caran bi balafirên şer û Qada Berxwedanê yên Girê Cûdî û Girê FM û yên li Çemço û Sîdayê 24 caran hatin bombekirin.”
Her wiha HPG’ê diyar kir ku çeperên berxwedanê yên Sîdayê bi çekên qedexekirî hatin bombekirin.
HPG’ê Fermandar Dilxwaz Gabar bi rêzdarî bi bîr anî
Li aliyê din HPG’ê bi daxuyaniyekê cuda ragihand ku Fermandar Dilxwaz Gabar di êrişa dijmin a 21’ê Gulana sala 2022’yan de li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûye.
HPG: Fermandar Dilxwaz, bi fedekariya 32 salan tevlî xeta Rêber Apo bû
HPG’ê diyar kir ku hevrê Dilxwaz di jiyana xwe ya şoreşgerî ya 32 salan de bê teredut tevlî xeta Rêber Apo bû û ev yek got:
“Jiyana xwe ji bo siberoja azad a gelê me feda kir.
Mîrateya têkoşînê ya ku Fermandarê me yê nemir Dilxwaz li pişt xwe hiştiye, wê ji aliyê hevrêyên wî ve bi serfiraziyê were tacîdarkirin
Teqez wê armancên wî werin bi ser xistin û ew ê bîranîna wî li Kurdistana Azad were jiyîn”
HPG’ê di dawiyê de ji malbata Fermandar Dilxwaz Gabar û hemû gelê Kurdistan ên welatparêz re sersaxî xwest.
Nasnameya Fermandar Dilxwaz Gabar bi vî rengiye:
Nasnav: Dilxwaz Gabar
Nav û paşnav: Mehmet Dogan
Cihê jidayikbûnê: Mêrdîn
Navê dê: Leyla
Navê bav :Fevzî
Dîrok û cihê şehadetê: 21’ê Gulana 2022’an / Herêmên Parastinê yên Medyayê



