Rêveberiya Xweser ji bo vegera welatiyan ji Sûdanê komîteyek ava kir

Çend roj in li Sûdanê di navbera artêşa Sûdanê û hêzên piştevaniya Lezgîn şerekî giran heye. Bi hezaran ji welatiyên Sûriyê di nav wan de kurd, di şerê li Sûdanê asê mane. Rêveberiya Xweser ji bo vegera welatiyên li Sûdanê, komîteya vegerandina welatiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ava kir.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ser mijarê daxuyaniyek da û ev tişt anî ziman.

“Em mixabîniya xwe ji van bûyerên li Sûdanê re nîşan didin.

Em bi hêvî ne, zimanê hişmendiyê, li hember çekê bi ser bikeve.

Rêveberiyê diyar kir ku wan ji bo bersivdana xwestekên gel komîteyek ava kirine, da ku welatiyên di sînorê Sûdanê de asê mane, vegerînin welêt.

Hate ragihand ku erka vê komîteyê ew ku agahiyan bigihîne, şêwirê bike û nexşeyekê ji bo vegera gelên me yê bakur û rojhilatê Sûriyê ku li Sûdanê asê mane, vegerîn e.

Rêveberiya Xweser dawiyê eşkere kir ku welatî dikarin bi riya van numareyan têkiliyê bi komîteyê re deynin:

  • H +963 991 650 104
  • H +963 998 231 081
Back to top button