Şêniyên Kobanê sersaxî ji malbata şehîd Mezlûm Dogan re xwest.
Şervanê QSD’ê Sebrî Ebdullah “Mezlûm Dogan” di encama bombebarankirina balafira bêmirov a li dijî erebeyê li başûrê Kobanê de, şehîd bûbû.
Di merasîma sersaxiyê de, şêniyên Kobanê, endamên saziyên sivîl û leşkerî, kesayetên ji partiyên siyasî beşdar bûn.
Konê sersaxiyê li Kobanê hate vedan.
Di merasîmê de kesên axivîn gotin, divê destkeftiyên şehîdan werin parastin, ewlehî û îstîqrar li herêmê pêk bê.
Her weha behsa siyasetên dewleta Tirk a dagirker ên qirkirina gelên herêmê bi rêbazên şerê leşkerî û şerê taybet kirin.
Dawiyê soza domandina riya şehîdan û pêkanîna armancên wan ên rizgarkirina herêmên dagirkirî hat dayîn.



