Artêşa Sûdanî: Me piraniya eyaletan kontrol kirine

Her çiqasî agirbesta navbera Artêş û Hêzên Piştevaniya Lezgîn tê binpêkirin jî, lê asta şer hinekî kêm bûye. Li ser daxwaza Yekîtiya Afrîkayê, tê çavrêkirin ku agirbest bê dirêjkirin û danûstandin di navbera her du aliyên şer de, dest pê bikin.

Di roja 13’an a şerê li Sûdanê de, şer û pevçûn di navbera Artêşa Sûdanî û Hêzên Piştevaniya Lezgîn de, tevî agirbesta heyî, hîna berdewam e.

Artêşê nuqtenên Hêzên Piştevaniyê li derdora avahiya Fermandariya Giştî û Koşka Serokomariyê, topbaran kirin.

Hêzên Piştevaniya Lezgîn jî bi fûzeyên zemînî bersiva Artêşê da.

Her wiha Artêşa Sûdanî operasyonên paqijkirinê li taxa El-Metar û li derdora balafirgeha Xurtûmê ya navdewletî pêk anîn.

Hêzên Piştevaniya Lezgîn, ji aliyê xwe ve, bi daxuyaniyekê ragihand ku Artêşê bi balafir û topan êrîşî navendên wan ên li devera Kafûrî kir.

Hêzên Piştevaniyê diyar kir ku wan bersiva Artêşê da û ziyanên mezin gihandin wan.

Îro Pêncşemê Artêşa Sûdanî bi daxuyaniyekê tekez kir ku wan piraniya eyaletên welêt kontrol kiriye.

Artêşê diyar kir ku Hêzên Piştevaniyê tenê li hin deverên Xurtûmê mane û ti bandora wan nemaye.

Artêşa Sûdanê soz da ku di çend rojên bê de, dê aloziya li welêt ber bi dawî ve biçe.

Yekîtiya Afrîkayê pêşniyara dirêjkirina agirbestê bo 72 saatan dike

Ji bo rawestandina şerê li Sûdanê, Yekîtiya Afrîkayê banga danûstandinan li her du aliyan kir.

Fermandarê Artêşa Sûdanî Ebdul-Fetah El-Burhan, pêşniyara dirêjkirina agirbesta heyî bo 72 saatên din û şandina şanderekî leşkerî bo Coba, paytexta Sûdana Başûrî ji bo danûstandinan, erê kir.

Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê duh ragihandibû ku wezîrê karên derve Antony Blenken û serokê Yekîtiya Afrîkayê Mûsa Fekî Muhemed, bidawîkirina şerê li Sûdanê nîqaş kir.

Di şerê li Sûdanê ku 15 Nîsanê dest pê kirî de, heta niha nêzî 512 kes hatine kuştin û bêhtirî 4 hezar û 200 jî birîndar bûne.

Back to top button