Şerê Sûdanê-460 Kuştî û bêhtirî 4 hezar birîndar

Piştî 11 rojan ji şerê dijwar li Sûdanê, agirbest hat raghandin..
Kurdên li Sûdanê piştî aloziya leşkerî ku derbasî hefteya duyemîn bû, di nava zehmetiyên mezin de ne.

Di hefteya duyemîn de, gurbûna şerê li Sûdanê piştî ragihandina agirbestê, hinekî kêm bûye, lê şer bi temamî ranewestiyaye û di serî de li Xurtûmê, li hin eyaletên din jî berdewam e.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê ya Sûdanê, di şerê li 11 eyaletan de, heta niha 460 kesan jiyana xwe ji dest daye, 4 hezar û 63 kes jî birîndar bûne.

Nûnerê NY li Sûdanê Volker Peretz got:

“Wiha xuya dike ku agirbest xwe radigire, lê tu amadekariyek ji bo danûstandinan tune ye.

Rewşa Kurdên li Sûdanê zehmet e

Li kêleka bi milyonên kesan li wî welatî, dîsa rewşa Kurdan cihê mereqê ye.

Hemwextî şerê giran, metirsî li ser rewşa Kurdên ku koçberî Sûdanê bûne heye.

Gelek ji wan kurdên Rojavayê Kurdistanê ne û di dema êrîşên dagirkeriya Tirk, her wiha ji bo xebitadandinê, koçber bûne.

Li gor agahiyan, çekdarên herdu aliyan li dijî Kurd û sûriyeyiyan nijadperest in.

Ev jî hemwextî nebûna pêdiviyên jiyanî yên sereke ku barê hemû sivîlên li wir girantir dike.

‘Di nav de girtîgeha ku El-Beşîr lê bû, 5 girtîgeh hatin valakirin’

Ji aliyekî din ve, Wezareta Hundirîn a Sûdanî îro Çarşemê ragihand, Hêzên Piştevaniya Lezgîn bi ser 5 girtîgehan de girt û hemû girtî berdan.

Wezaretê di daxuyaniyê de eşkere kir ku yek ji van girtîgehan, girtîgeha Koper a ku serokê berê yê Sûdanê Omer El-Beşîr vedihewand bû.

Li gorî daxuyaniya wezaretê, serdegirtina girtîgeha Koper di navbera 21 û 24’ê Nîsanê de pêk hat û tê de gelek endamên girêdayî rêveberiya girtîgehê hatin kuştin û birîndarkirin.

Ji aliyê xwe ve Artêşa Sûdanî ragihand, ku El-Beşîr li girtîgeheke leşkerî, di bin çavdêriya polîsên dadweriyê de ye.

Back to top button