YNK’ê li ser vegera nav civînên hikûmetê bersiva Mesrûr Barzanî da

Serokwezîrê Başûrê Kurdistanê di civîna hikûmetê de bang li YNK’ê kir ku tevlî civînên hikûmetê bibe.

Îro Hikûmeta Başûrê Kurdistanê bêyî YNK’ê civîna xwe ya asayî lidarxist.

Di civînê de serokwezîrê Başûrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî bang li YNK’ê kir ku vegere nava civînên hikûmetê.

Li beramberî vê Semîr Hewramî, berdevkê cîgirê serokwezîrê Başûrê Kurdistanê Qubat Talebanî ye, bersiva Mesrûr Barzanî da û got:

“Kengê mijara mûçeyê karmendên Silêmaniyê weke yên Hewlêrê hate çareserkirin, wê demê em ê jî biryarek li ser vegera civînên Encûmena Wezîran bidin.

Pirsgirêk ew e ku mûçeyê pêşmergeyên dêrîn yên YNK’ê li Hewlêrê hatiye rawestandin.

Back to top button