Neteweyên Yekbûyî pêşwazî li agirbesta QSD’ê kir

Piştî banga NY ya rawestandina şer li seranserê cihanê ku 26’ê Adarê kir, QSD’ê jî yekser tevlîbûna xwe ya ji bo bangê ragihand. NY pêşwazî li vê daxuyaniyê kir û teqez kir ku ji her demê zêdetir pêwîstî bi agirbestê heye.

Berdevkê sekreterê giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Stephan Dujarric doh bi daxuyaniyekê keyfxweşiya xwe ya li ser biryara QSD’ê anî ziman.

Stephan Dujarric bang li aliyên din jî kir ku têkildarî şerê li Sûriyê, piştgiriya banga wan bikin.

Dujarric fikarên NY derbarê xeteriya vîrûsa Corona ya ku dibe li giştî Sûriyê derkev anî ziman.

Nexasim li dijî 900 hezar sivîlên ku ji ber şerê li bakur û rojavayê welat rû dayî koçber bûne.

Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê jî diyar kir ku rewşa koçberan zehmete, ev jî dibe sedem ku nexweşî belav bibe.

NY`yê ragihand ku li seranserî welat zêdetirî 6 milyon koçberên navxweyî hene.

Back to top button