Artêşa Tirk a dagirker 3 kesên Sûrî li ser sînorê Sûrî – Tirkî kuştin

Duh leşkerên dewleta Tirk a dagirker di nav de zarok û jin, 3 kesên Sûrî li ser sînorê Sûrî -Tirkî kuştin.

Navenda Belgekirina Binpêkirinan li Bakurê Sûrî ragihand ku, dema 3 kes ji gundê Îkîdam ê navçeya Şeraya Efrînê hewl didin sînorê Tirkiyê derbas bikin, ji aliyê Artêşa Tirk ve hatin kuştin.

Di nav kesên hatin kuştin de, zarokê bi navê Xelîl Nîhan Şêxo Zerzor ê 13 salî ji gundê Wêrkan ê gundewarê Helebê hebû.

Dewleta Tirk ji ber heya niha li ser kaxeza negilîkirinê nehatiye îmzekirin, cenazeyê Xelîl radestî malbata wî nekiriye.

Li gorî navenda Belgekirinê heta dawiya Tîrmeha borî, di nav de 87 zarok û 59 jin, 464 kes li ser sînorê Tirk-Sûrî hatine kuştin.

Back to top button