Meclisa Malbatên Şehîdana a Efrînê êrîşên Tirkî li ser gorên şehîdan şermezar kirin

Meclisa Malbatên Şehîdan a Efrînê bi daxuyaniyekê êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser gorên şehîdan şermezar kirin.

Bi beşdarbûna bi dehan şêniyên Şehba û Efrînê, li goristana Şehîdan a navçeya Ehrisê ya Şehbayê daxuyanî hat dayîn.

Di daxuyaniyê de, êrîş û binpêkirinên dewleta Tirk li ser goristanên şehîdan û komkujiyên ku li dijî gelê Kurd, Ereb û Ermen pêk tînê, hatin şermezarkirin.

Her wiha rûxandina gorên şehîdên ên li navçeya Licê ya Amedê hate şermezarkirin.

Malbatên şehîdan di dawiyê de bang li civaka navdewletî kir ku Erdogan ji ber sûcên ku pêk anîne, were cezakirin.

Back to top button