Li Kerkûkê çalakvaneke siyasî bi êrişeke çekdarî hate şehîdxistin

Îro li bajarê Kerkûkê jineke çalakvana siyasî ya ji Rojavayê Kurdistanê di encama êrişa çekdarî de hate qetilkirin.

Îro di saetên piştî nîvro de hate zanîn ku li dijî jineke çalakvana siyasî ya ji Rojavayê Kurdistanê êrişeke çekdarî pêk hat.

Li gorî agahiyên herîmî di encama êrişê de 8 gule berdane jina çalakvana siyasî.

Êriş li taxa Serçinar ya bajarê Kerkûkê pêk hatiye. Hate zanîn ku du kesên li ser motorsîkletê û rûyê wan girtî êrişê jina Rojavayî kirine û li jina Rojavayî li cihê bûyerê şehîd bûye.

Çalakvana rastî êrişê hatiye Firyal Silêman Xalid xelkê Rojava ye

Her du kesên êrişkar ji cihê bûyerê reviyane û heta niha nehatine binçavkirin.

Herwiha li gorî agahiyên bidest ketine, jina ku li rastî êrişê hatiye ji Rojavayê Kurdistanê ye, beriya niha ji bo serdana rêkxistinên jinan serdana Başûrê Kurdistanê kiriye.

Piştî êrişê cenazeyê jina Rojavayî rakirin Tiba Edlî ya Kerkûkê.

Polîsê Kerkûkê ragihand ku wan di derbarê êrişê lêkolîn û lêpirsîn dane destpêkirin û ji bo kesên êrişkar jî fermanda binçavkirinê hatiye derxistin.

Back to top button