2 dronan êrişî baregeha Tirk a li Bamernê ya Dihokê kir

2 dronan baregeha dewleta Tirk a li Bamernê ya Dihokê bombebaran kir.

Vê sibehê bi dronan êrişî baregeha dewleta Tirk a li Bamernê ya ser bi Dihokê hat kirin.

Hat gotin di baregehê de teqîn çêbûne, lê ziyan nehate zanîn.

Her wiha nayê zanîn bê ka êrişa dijî baregehê ji aliyê kê ve pêk hatiye.

20’êê Tîrmehê Tirkiyê li Zaxoyê komkujî pêk anî û têde 9 kes şehîd bûn.

Piştî vê komkujiyê cara duyeme li dijî baregehê êriş bi dronan pêk tê.

Back to top button