DAIŞ’ê li parêzgeha diyale ji malbatekê 5 kes kuştin

Çeteyên DAIŞ’ê li bajarokê Şeraban ya parêzgeha Diyale êrîşî malekê kirin û 5 kes kuştin.

Li navçeya Mensûriye ya navçeya Şeraban a parêzgeha Diyale çeteyên DAIŞ’ê êrişî malekê kir.

Di encama êrişê de 5 kes ji malbatekê kuştin.

Di nav wan de jin û zarok jî hebûn:

Tevgera çeteyên DAIŞ’ê dema dawî li Iraq û Başûrê Kurdistanê jî zêde bûye.

Li beramberî vê, operasyonên li dijî çeteyên DAIŞ’ê jî dewam in.

Back to top button