Foruma Jinan a Rojhilata Navîn li Qamişlo tê lidarxistin

Ji vê sibehê ve Foruma Şoreşa Jinan a Rojhilata Navîn li bajarê Qamişlo dest pê kiriye.

Fourm li hola Zanîngeha Rojava ya Qamişlo tê lidarxistin.

Fourm ji aliyê 7 sazî, rêxistin, yekitî û meclisên jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve hatiye organîzekirin.

Gelek siyasetmedar, dîplomat, akademîsyen, hiqûqnas û fermandar tev li forumê bûne û ji gelek welatên din jî wê bi riya onlin jin tev lî bibin.

Li gorî ku hatiye plankirin, forum 2 rojan wê dewam bike.

Back to top button