REJÎM BIPÊŞ DIKEVE Û NÊZÎ SÎNORÊ BAJARÊ IDLIBÊ DIBE

Şer û bombebaran li gundewarên Idlib û Hemayê navbera çeteyên dewleta Tirk û rejîma Sûrî de berdewam e. Rejîm li ser erdê bipêş dikeve û nêzî sînorê bajarê Idlibê dibe..Ji vê sibehê ve şerekî dijwar li herêmên ”Bêçek” diqewime.Heta niha bêhtirî 25 kuştî ji herdu aliyên şer çêbûne. Her wiha têkildarî êrîşên rejîmê jî, NY hişyarî da.

Duh rejîma Sûrî di encamê şerê giran yê li ser erdê du herêmên stratejîk li gundewarê Hemayê kontrol kirin.

Ev herêm jî bajarokê Zekat û gundê Arbe’în bûn.

Bi kontrolkirina rejîmê ji van herêma re, nêzî bajarokê Hibêt bû.

Bajarokê Hibêt jî nêzî bajarê Idlibê ye.

Bi vê yekê rejîm nêzî kontrolkirina hemû herêmên sereke yên çeteyên dewleta Tirk dibe.

Ev pêşketinên rejîmê jî di encama şerkê giran ku rejîmê piştî rawestandina agirbesteke demkurt da destpêkirin.

LI GUNDEWARÊ HEMAYÊ 18 ÇETE Û 7 LEŞKERÊN REJÎMÊ HATIN KUŞTIN

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku ji vê sibehê ve li gundewarê Hemayê, nemaze li milê Bakur, şerekî dijwar navbera rejîm û çeteyan de rû dide.

Di encama vî şerî de heta niha 18 çeteyên dewleta Tirk û 7 leşkerên rejîmê hatine kuştin.

ARTÊŞA TIRK ZAROKEK LI SER SÎNORÊ IDLIBÊ BIRÎNDAR KIR

Li aliyekî din û di der barê binpêkirinên dewleta Tirk li ser sînor, zarokek bi guleyên artêşa dewleta Tirk birîndar bû.

Çavdêriya Sûrî diyar kir ku li gundewarê Idlibê zarokekî koçber ji Dêra Zorê bi guleyên cendirmeyên artêşa Tirk li ser sînor birîndar bû.

NY REJÎMA SÛRÎ BI ”SÛCÊN QIRKIRINÊ” TAWANBAR KIR

Her wiha têkildarî binpêkirnên rejîma Sûrî, NY û li ser zimanê birêkara sekretêrê giştî yê NY a karûbarên siyasî Rozmarî Dîkarlo Rosemary Dicarlo hişyarî da.

Rozmarî rejîma Sûrî bi sûcên qirkirin û tundiya zayendî tawanbar kir.

Rozmarî destnîşan kir ku ”bêhtirî 100 hezar Sûrî ji sala 2011an ve hatine binçavkirin û revandin”.

birêkara sekretêrê giştî yê NY a karûbarên siyasî Rozmarî Dîkarlo ev yek wekî ”berpisyartiya rejîmê” bi nav kir.

 

Leave a Reply

Back to top button