Artêşa dagirker doh şev bi dehan gundên Girê Spî û Eyn Îsayê topbaran kir.
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên Erîda, Suwan, Kefîfa, Sarunc, Bîr Kino, depoya genim a gundê Qizelî û gundê Qizelî yên rojavayê kantona Girê Spî topbaran kirin.
Topbarana dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wî li ser gundê Bîr Kino û Huriyê heta serê sibê berdewam kir.
Hêzên dagirker heman wextê gundên Dibis, Hoşan, Sêgîro, Mişêrfê, Xalidiyê, Mieleq û Cidêyda û rêya M4 yên rojavayê navçeya Eyn Îsayê jî bi obîs, top û hawanan topbaran kirin.
Di encama topbarana li ser gundê Hoşan de şewat derket.
Şervanên QSD’ê û Meclîsa leşkerî a Girê Spî jî bersiva êrişên dagirkeran dan.