Jinên Êzidî serhildana Jin Jiyan Azadî silav kirin

Meclisa Jinan a gundê Xanesorê, û Tajê bi boneya salvegera Serhildana li Rojhilatê Kurdistan û Îranê daxuyaniyek da û diyar kir ku ew ê ji bo azadiya tevahî jinan têbikoşin û piştgiriyê bidin Serhildana li Rojhilatê Kurdistan û Îranê.

Li ser navê Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Endama Koordînasyona TAJÊ’ê Niam Bedel daxuyanî da û salvegera Serhildana Rojhilatê Kurdistan û Îranê silav kir û got:

Em weke jinên Êzidî yên ji fermana 74’an rizgar bûne wê her dem piştgiriya têkoşîna jin û gelan a ji bo azadiyê bikin.

Jin li her deverê cîhanê rastî tundî û êrişan tê

Ji bo wê divê tevahî jinên cîhanê xwedî li Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ derkevin û li dijî her cure koletî, dagirkerî û faşîzmê serî rakin.

“We têkoşîna jinan a li hemberî pergala mêrserwer berdewam bike.”

Back to top button