YPG’ê: Ji bo tolhildana şehîd Rojhat û Doxan hêzên me rêzeçalakî pêk anîn

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG’ê da zanîn ku hêzên wan ji bo tolhildana şehîd Rojhat Karakoçan û şehîd Doxan Amanos rêze çalakî pêk anîn .Di van çalakiyan de 8 leşkerên artêşa Tirk û 11 çete hatine kuştin û gelek çek jî hatine bidestxistin.

YPG’ê li dijî artêşa Tirk û çeteyên wê de çalakî pêk anîn ..

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG’ê derbarê van çalakiyan de daxuyaniyeke nivîskî belav kir..

YPG’ê diyar kir ku di 16, 18, 20 û 21’e Îlonê de li herêmên dagirkirî 5 çalakî kirine û 8 leşker û 11 çete hatine kuştin..

12 çete jî birîndar bûne.

YPG’ê : Di encama van çalakiyan de 19 dagirker hatin kuştin

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

“Artêşa Tirk êrişên xwe yên li ser heremên me zêdetir kirine.

Êrişên topbaranê her roj berdewam dikin.

Dîsa êrişên bi balafirên bêmirov tên dikin.

Herî dawî di roja 16’ê Îlonê de li Eyn Îsayê artêşa Tirk êrişek bi balafirên bêmirov kiribû.

Di encama vê êrişê de hevrêyên me, fermandarên hêja Rojhat Karakoçan û Doxan Amanos şehîd ketibûn.

Ji bo bersivdayîna van êrişan û ji bo tolhildana şehîd Rojhat û şehîd Doxan, li heremên dagirkirî 5 çalakiyên tolhildanê hatin lidarxistin.

Di encama van çalakiyên tolhildanê de bi giştî 8 leşkerên artêşa Tirk hatin kuştin.

Dijmin nikaribû were ser cenazeyên xwe, ji ber vê yekê cenazeyên leşkeran ji aliyê gundiyan ve hatin rakirin.

Di van çalakiyan de her wiha seyareyeke zirxî ya artêşa Tirk û mewziyek hatin rûxandin.

11 çeteyên dagirker hatin kuştin, 12 çete jî birîndar bûn.

Û gelek çek jî hatine desteserkirin

Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê , di vê pêvajoyê dawî de ji 18’ê Îlonê heta îro der heqê windahiyên me de nûçeyên derew weşandin.

Li gorî îdiayên wan di 4 rojên dawîn de 38 şervanên me şehîd xistine.

Ev îdiayên wan ne rast in.

Dewleta Tirk rastiyê berovajî nîşan bide, bi armanca şerê taybet nûçeyên bi vî awayî belav dike.

Back to top button