HRE: Hêzên me li dijî dagirkeran li Şera Şêrawa û Ezazê çalakî pêk anîn

Hêzên Rizgariya Efrînê êdî rojan derbên giran li dagirkeran dixe.
Hêzên rizgariyê bi daxwiyaniyekê raghand ku hêzên wan li Şera, Şêrewa û Ezazê çalakî li dijî dagirkeran li darxistin e..
Di encama van çalakiyan de, 13 leşkerên Tirkiyê hatin kuştin û 12 birîndar bûn.

Hêzên Rizgariya Efrînê rojane derbên giran li dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê dixin.

HRE’ê ragihand di navbera rojên 15 û 20’ê Îlonê de hêzên wan li dijî dagirkeriya Tirkiyê li heremên Şera, Şêrewa û Ezazê rêze çalakî lidarxistine.

Hêzên Rizgariyê derbarê çalakiyên xwe de ev agahî parvekir:

HRE: 13 Leşkerên Tirkiyê û çeteyên wê hatin kuştin 12 jî birîndar bûn

“Hêzên me di roja 15’ê Îlonê de, li xeta gundê Meryemînê ya navçeya Şera baregehek artêşa Tirk kirin hedef.

Di encama vê çalakiyê de 4 leşkerên dagirker hatin kuştin, 3 leşker jî birîndar bûn.

Di vê çalakiyê de seyareyek zirxî hat derbkirin.

19’ê heman mehê , li nêzî gundê Basufanê ya navçeya Şêrewa, baregehek artêşa Tirk bû armanc.

Tê de 2 leşkerên dagirker hatin kuştin.

20’ê mehê li dijî baregeha artêşa Tirk ya gundê Kil Cibrînê ya bajaroka Ezazê çalakiyek pêk hat ..

Di encamê de 3 leşkerên dagirker hatin kuştin, 4 leşker jî birîndar bûn.

Di heman rojê de li hember çeteyên dagirker çalakiyek din li derdora gundê Gobelê ya bajarê Efrînê hat li dar xistin.

Di vê çalakiyê de jî 4 çeteyên dagirker hatin kuştin, 5 çete jî birîndar bûn.

Di encama van çalakiyan de bi giştî 9 leşker û 4 çete hatin kuştin, 7 leşker û 5 çete jî birîndar bûn.

Back to top button