Duran Kalkan: Şerê Cîhanê yê Seyem li Kurdistanê wekî şerê qirkirinê didome

Endamê Komîteya Rêvebir a PKK’ê Dûran Kalkan, derbarê rewşa Şerê Cîhanê ya 3’emîn, û îxtîmala şoreşa demokratîk demokratîk de axivî.
Dûran Kalkan diyar kir ku hêzên global gelekî parçeyî û belavbûyî ne û got:
Ji bo çalakiya demokrasiyê ev firsendek e
Paradigmaya Rêber Apo ji ji bo pêkanîna şoreşê peşiya mirovahiyê ronî dike

Endamê Komîteya Rêvebir a PKK’ê Dûran Kalkan rewşa Şerê Cîhanê ya 3’emîn, helwesta şoreşgeriya dinyayê û îxtîmala şoreşa demokratîk di malpera PKK’ê de nirxand.

Duran Kalkan diyar kir rastiyeke şer heye ku bi Şerê Cîhanê yê Yekemîn re dest pê kiriye û got:

“Di navenda wê de jî şerê Rojhilata Navîn heye.

Kapîtalîzm dixwaze Rojhilata Navîn daqurtîne. ”

Kalkan destnîşan kir ku ev şer li Kurdistanê jî wekî şerê qirkirinê didome û berxwedana gelê Kurd a li hemberî vê yekê jî didome.

Duran Kalkan: Tişta ku bikaribe Şerê Cîhanê biqedîne fikrê Rêber Apo ye

Duran Kalkan anî ziman hêzên ku şer didomînin tu çareseriya wan tune û ev tişt got:

“Ewçiqasî xwe şoreşger û hêza çareseriyê pênase bikin jî dibin dîktatoriyeke faşîst û hişk a ku dijminatiya Kurdan dikin.

Asta ku AKP û MHP hatiye di vî warî de mînakeke baş e.

Nexwe hêza pergalê tuneye ku karibe çareseriyê bike, xwe nû bike û biguherîne.

Şerê ji ber krîz û kaosê li herêmê bi awayekî belavbûyî didome.

Tişta ku maye şoreş e. Tekane şoreşa ku dikare vî şerî biqedîne, Şoreşa Rojhilata Navîn a Demokratîk e, bi ser de Şoreşa Dinyayê ye.”

Kalkan bi lêv kir di vê çarçoveyê de girîng e ku mirov kapîtalîzmê baş fêm bike û got:

“Rêber Apo serdema kapîtalîzme wek penceşêrê penase kir.

Kapîtalîzm xwe, civak û kesayetiyê diqedîne. ”

Duran Kalkan: Paradigmaya Rêber Apo ji bo pêkanîna şoreşê pêşiya mirov ronî dike

Kalkan diyar kir heke şoreşger derkevin holê pêşengiyê bikin, karibin şoreşê bikin wê mumkun be ku mirov ji van pirsgirêk û nakokiyan rizgar bibe û ev tişt anî ziman:

“Berovajî wê ew ê ne mumkun be. Şoreş bi tenê girêdayî şoreşa Kurdistanê ye.

Rêber Apo teoriya şoreşê kir, xeta wê ya îdeolojîk û polîtîk derxist holê.

Bername, stratejî û taktîka wê geş kir. Wekî feraseteke şoreşa nû pênase kir.

Guherîna paradîgmaya ku Rêber Apo ew pêş xistiye, ji bo dîtina tiştên rast û fêmkirina wê pêşiya mirov ronî dike. ”

Duran Kalkan: Hêzên cîhanî parçe û belav bûne, ji bo çalakiya demokrasiyê ev firsendek e

Dûran Kalkan destnîşan kir ku Hêzên cîhanî parçe û belav bûne û wiha got:

“Hêzên hegemonîk ên gerdûnî yên modernîteya kapîtalîst bi rastî di rewşeke gelekî qels de ne.

Ji bo têkoşîna mafan cîhanek erênîtir heye.

Rêber Apo behsa Tevgera Demokrasiya Cîhanê kir.

Wî wekî çareserî “Konfederalîzma Demokrasiyê ya Cîhanê” danî holê.

Bêyî van çareserî pêş nakeve û encam nagire. ”

Duran Kalkan: Ger em Rêber Apo fêm nekin û rast tevlî nebin nikarin şoreşê jî rast pêk bînin

Dawî, endamê Komîteya Rêvebir a PKK’ê Duran Kalkan bang pêşg û welatparêzan kir ku xwe di fikrê Rêber APO de kurbikin û got:

“Divê em Rêber Apo baş fêm bikin û rast beşdar bibin.

Ger em Rêber Apo rast fêm nekin û rast tevlî nebin em nikarin rast jî pêk bînin.

Em ê çalakiyên xwe veguherînin pêkanîna fikrên Rêber Apo.”

Back to top button